Dayikan astengî nas nekirin û meşiyan

  • rojane
  • 16:08 16 Gulan 2019
  • |
img

AMED – Dayikên girtiyan ên li Amedê beyî astengiya polîsan nas bikin piştî berxwedana 2 saetan meşiyan û daxwazen xwe anîn ziman. 

 
Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, ji 1'ê Gulanê ve li Parka Koşuyolu ya Rezan her roj kom dibin û çalakiya rûniştinê li dar dixin. Dayik her roj dibin dorpêça polîsan de kom dibin û piştî dorpêça polîsan dişkînin dimeşin, daxwazênk xwe tînin ziman. Dayik îro jî piştî nîvro li qada Batikentê kom bûn û xwestin bimeşin. Polîsan dîsa dayik dorpêç kirin û destûr nedan dayik bimeşin. Dayikan piştî çalakiya rûniştinê ya  2 saetan barîkat û dorpêça polîsan şikandin û meşiyan. Dayikan li vir tevî mudaxale û dorpêça polîsan stran gotin û bê navber dirûşme berz kirin. Dema dayik kom bûn û stran gotin polisan mudaxale kir û Hezal Yildirim  binçav kirin. Piştî demeke Yildirim hat berdan û dîsa tev li çalakiyê bû. 
 
Dayikan bertek nîşanî mudaxaleya dayikan dan û gotin. "Zextên we nikarin me têk bibin." û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan”, "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Dayik piştî 2 saetan rûniştin, bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Semra Guzel, Remziye Tosun û Musa Farisiogullari heta avahiya HDP'ê ya Amedê meşiyan. Dayikan di meşê de bê navber dirûşmeya “Amed ranezê, li zindanan xwedî derkevin" û “Silav, silav ji zindanan re hezar silav", “Leyla Guven rûmeta me ye," "Heq û hiquq wê ji zindanan bê" berz kirin. 
 
Dayikan li ber avahiya HDP'ê ya Amedê kom bûn û li vir daxuşanî dan çapemeniyê. Li ser navê dayikan Guler Yuksekbag ku hevjînê wê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, bang li Serokmar kir û wiha got: "Em dibêjin tercrîdê bi dawî bikin. Em ji xeynî çareseriyê tiştekî din naxwazin. Dayikan piştî daxuyanî dan çûn parlamenterên HDP'ê Dersîm Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç yên li avahiya HDP'ê di greva birçîbûnê de ne ziyaret kirin.
 
LI BISMILÊ JÎ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ BERDEWAM KIR
 
Li navçeya Bismilê jî dayik u xizmên girtiyan bi heman armancê li Parka Meydanê kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Hevşareda Bismilê Gulşen Ozer tev li daxuyaniyê bû û piştgirî da malbatan. Dayikan piştî rûniştina 15 deqîqeyan, meşiyan ber avahiya HDP'ê ya Bismilê û dawî li çalakiyê anîn. 
 
LI LICÊ ÇALAKÎ DIDOME 
 
Li navçeya Licê ya Amedê jî çalakiya dayikan û xizmên girtiyan a li Parka Demokrasiyê berdewam dike. Dema welatiyên bi telefonê xwe xwestin çalakiya dayikan a li Parkê bikişînin polîsan welatî asteng kirin û destûr nedan ku çalakiya dayikan bikişînin. Polîsan dîmenên ku welatiyan kişandibûn jê birin. Polîs dîsa li cem esnafên tenişta parkê geriyan û destûr nedan ku dîmenan bikişînin.