Gunay a HDP’î: Daxwaz meşrû û qanûnîne

  • rojane
  • 16:44 16 Gulan 2019
  • |
img
MÊRDÎN - Parlamentera HDP’ê Ebrû Gunay di çalakiya ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li Nisêbînê hat lidarxistin de axivî û got: “Ev daxwaz, daxwzên meşrû û qanûnîn e.”
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Meclîsa Dayikan Aştiyê ya Mêrdînê û malbatên girtiyan ên li Mêrdînê, bi armanca balê bikişinin ser rojiyên mirin û grevên birçîbûnê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê  daxuyanî dan. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay a beşdarî daxuyaniyê bû, axaftinek kurt kir û wiha got: “Girtiyên dest bi rojiya mirinê kirin, berê jî di greva birçîbûnê de bûn.”
 
Gunay, da zanîn ku her  roja diçe talûke  mezintir dibe û wiha bilêv kir: “Êdî kêlî jî pir girîngin. Li ser vê erdnîgariyê mafê jiyanê pîroze. Ji ber vê gelek kar dikeve ser milê me. Em ji vê derê bangî rayedaran dikin; Di vê pêvajoyê 7 can ji girtîgehan derketin. Berî ku canek din bê windakirin û dilê dayikek din bişewite, daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê de, bi cih bînin. Daxwazên girtiyan meşrû û qanûnîne. Hevalên me bi vê çalakiya xwe hikumetê dawet dike ku qanûnên xwe bi cih bîne. Ji ber vê yekê mafê xwe yê berxwedanê bi cih tînin.”
 
Guney bang li hikumetê kir ku dawî li tecrîdê bîne û daxuyanî bi lêxistina çepikan bi dawî bû.