‘Em ê her tim li pişt zarokên xwe bin’

  • rojane
  • 15:29 16 Gulan 2019
  • |
img

WAN – Li Wanê dayikan li gel astengiya polisan jî çalakî li dar xistin û diyar kir ku dê her tim li pişt zarokên xwe bin.

Malbatên girtiyan ên ku zarokên wan ji bo  rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, li Şaxa Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Cezaxwarî û Girtiyan a Wanê hatin gel hev. Dayik xwestin ji komeleyê derbasî kuçeya hunerê bibin û liv ir daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Polisan malbatan asteng kir û nehişt ku çalakiya xwe pêk bînin. Van kêliyên ku rojnamegeran qeyd kir, ji aliyê polisan ve hatin jêbirin. Her wiha polis bi vê jî bi sînor neman nasnameyên rojnamegeran di Lêgerîna Zanyariyên Giştî (GBT) re derbas kirin. 
 
Li ser astengkirina polisan malbat derbasî Avahiya HDP’ê ya Wanê bûn û li vir daxuyanî dan. Li ser navê malbatan dayika çalakgera greva birçîbûnê Necla Ertak ku 151 roj in li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye Emîne Ertak daxuyanî da û ev tişt anî ziman: “Armanca me tenê ew bû ku em dengê zarokên xwe bidin bihîstin lê polisan em dorpêç kirin. Em aştî û azadiyê dixwazin. Lê bersiva ‘Ne xema me ye’ hat dayîn. Di ser çalakiya zarokên me de 6 meh derbas bûn. Em ê her tim li pişt zarokên xwe bin.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, hevserokên HDP û BDP’ê yên Wan, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) û gelek kes piştgirî da çalakiya malbatan.  
 
Daxuyanî bi tilîlî û dûrişmeyan bi dawî bû.