Malbatên li Gebze çalakî pêk anîn: Çareserî Îmraliye

img

KOCAELÎ - Malbatên girtiyan ên 38 rojin dixwazin li ber Girtîgeha Gebze çalakiya rûniştinê li dar bixin û ji aliyê polîsan ve tên astengkirin, gotin: “Tekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Çareserî li Îmraliyê ye.”

 
Çalakiya rûniştinê ya malbatên girtiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûn û rojiya mirinê dene, ya di ji 9’ê Nîsanê de li ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dest pê kirin, di roja 38’an de dewam kir.  Malbatên li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeya Gebze kom bûn, dûre li wesayîtên xwe siwar bûn û ber bi girtîgehê ve ketin rê. Polîsan li cihek nêzî girtîgehê pêşiya malbatan girtin. Malbat li ser vê yekê ji wesayîtên xwe peya bûn û dest bi meşê kirin.  
 
POLÎSAN HEQARET LI MALBATAN KIR 
 
Polîsan dîsan pêşiya malbatan girtin, lê malbatan bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Em ji bo zarokên xwe liv irin, emê li vê derê rûnin û zirarê nedin tu kesî.” Polîsan heqaret li malbatan kirin û wiha gotin: “Terorîstnû! Em her roj bi were mijûl dibin. Hûn biçin, bila Abdullah Ocalan were.” Malbatên polîsan ew kirin ablûkê, ligel hemû heqaretên polîsan jî ji qadê neçûn. Malbatan ji polîsan re gotin: “Hûn me bikujin jî, emê dîsan bên. Hûn nikarin heqaretê li me bikin.” Malbatên ku rawestandina xwe domandin, polîsan mudaxileyê wan kirin û bi lêdanê li wesayîtan siwar kirin.
 
Malbatan diyar kirin ku ewê sibe dîsan bên vê derê. 
 
‘EM DI TECRÎDÊ DENE’
 
Malbatên hatin avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebze, daxuyanî dan çapemeniyê. Dayika Hatîce Calîhan a ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê deye, Zeynep Calîhan, li ser navê malbatan daxuyanî da û wiha got: “Pergala dewletê wihaye. Zarokên me dimirin. Em naxwazin zarokên me bimirin. Ev 38 rojin em li vê derê ne. Niha dayik li Meclîsê ne. Duh bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kirin. Lê tu encam jê derneket. Em dixwazin bibin dengê Leyla Guven, Nasir Yagiz û hemû girtiyên di greva birçîbûnê dene. Emê heta dawiyê li ber xwe bidin.”
 
‘EMÊ ÇALAKIYA XWE YA LI BER GIRTÎGEHÊ DEWAM BIKIN’
 
Dayika Ozlem Soyler a 152 rojin li Girtîgeha Gebze di greva birçîbûnê deye Hatîce Soyler jî, ev peyam da: “Êdî keça min bi zorê dimeşe. Canê wê diêşe. Pir zeîf bûye. Tekane daxwaza me rakirina tecrîdê ye. Çareserî li Îmraliyê ye.”
 

Sernavên din

23/05/2019
17:15 Îşkenceya Xalfetiyê li Parlamentoyê Îngilistanê bû rojev
16:47 Endamên meclisa şaredariyê: Li dijî bêhiqûqiyê deng derxin
16:33 Li 3 girtîgehên Çukurova rewşa dawî
16:02 Tabeleya Dersimê Bahçelî aciz kir
16:01 Kaya: Têkoşîna dayikan ji bo hemû Tirkiye ye
15:34 Ji rojnameger Demîr re ceza hat xwestin
15:28 Dayikên li Enqere di çalakiyê de: Em ji zarokên xwe fêrî berxwedanê dibin
15:00 Di doza TÛAD û OHD'ê de klasor derketin 150'yî
14:17 'Heta tecrîd bi dawî bibe em ê li qadan bin'
14:13 Saziyên Jinan li dijî bersûcên îstîsmara zarokan serlêdana sûc kirin
13:45 Dê li Amedê 'Ceribandinên Afrîkaya Başûr' bê axaftin
12:55 Ji baroyên herêmê daxuyaniya Xalfetiyê: Kesên îşkence kirin dê hesab bidin darazê
12:15 Xwişka Leyla Guven: Leylê jinek wêrek e
12:06 Serdozgeriya Stenbolê ji Kaftancıoglû re 11 sal ceza xwest
11:27 Welatiyên Amedê: Heke em biaxivin em nizanin dê çi bê serê me
11:14 Bazara Tirkiye ya li ser Idlibê didome
10:47 Hêjmara kesên li Mersînê hatin binavçirîn zêde bûn
10:23 Baş: Ji bo qadek fireh deng bide Îmamoglu emê xebatê bimeşînin
10:04 Gardiyanan pirtûk û radyoyên çalakgerên greva birçîbûnê desteser kirin
09:41 Wezîr li Wanê 2 keya ji peywirê girtin
09:21 Bariş: Kîjan namzet nêzî demokrasiyê be em ê dengê xwe bidin wî
09:20 'Gef û zextên polîsan çi dibin bila bibin ez ê tim dakevim qadan'
09:19 3 birayên di greva birçîbûnê de: Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê
09:18 Piştî ew û keça xwe bi KHK'ê îxrac bûn, hevjîna wî bi pençeşêrê ket
09:17 Xizmên windayan êdî wê di bin banê ANYAKAY-DER'ê de li edaletê bigerin
09:17 Kadîfekaleyê xera dikin Em naxwazin dev ji Mêrdîna biçûk berdin
09:16 Krîzê pişta Çarşiya Kemeraltiyê şikand
09:14 Rênas Jiyan: Dayik in helbest in, mafdar in, wê bi ser bikevin
09:11 Leyla Guven 197 rojin li dijî tecrîdê têdikoşe
Rojiya mirinê di roja 24'an de didome
09:00 ROJEVA 23'YÊ GULANA 2018'AN
08:39 Li Antalyayê welatiyan çalakiya deng li dar xist
07:52 Dadgehê Çawîşe pispor M.T. yê şivan kuşt serbest berda
22/05/2019
18:53 Eskeran Velî Encu binçavkirin
18:21 Dayikên Laçik Spî li Bedlîs, Mêrdîn û Mêrsînê li qadan bûn
17:29 Waliyê Riha: Bi şiklê neyê kuştin gule berdane karkeran!
16:58 Parêzerên Ocalan ji Îmraliyê vegeriyan
16:37 Çalakiya dayikan a li Dîlok û Riha didome
16:18 Heyeta ÎHD'ê ji bo lêkolînkirina angaştên Îskenceyê li Rihayê ye
15:54 Polisan mudaxaleyî dayikan kir û 4 kes binçav kirin
15:42 Ji pêş Girtîgeha Patnosê bang kirin: Tecrîdê bi temamî rakin
15:36 Polisan li Dihê 2 kesan binçav kir
15:26 Çalakgerê greva birçîbûnê MLKP'î Gerçek: Em ne piştgir kirdeya çalakiyê ne
15:23 SES: Emê nelirêtiyan bişopînin
15:03 Çalakiya Dayikên Laçik Spî di roja 22’an de kom bûn: Heta tecrîd bi dawî bibe çalakiyê bidomin
14:56 Ji bo îskenceya Xalfetiyê bangî civaka navneteweyî kir: Tirkiyeyê rawestînin!
14:33 Li Semsûrê banga rakirina tecrîdê
14:28 Dayikan astengî nas nekirin û li pêş Gebze rûniştin
13:48 'Em bang li Wezîrê Dadê dikin bi lez zagonên xwe pêk bînin'
13:48 Dadgeha Makeqanûnê serlêdana Osman Kavala red kir
13:29 Ji 47 kesên li Xalfetiyê hatin binçav kirin 3 zarok hatin berdan